NûçeRojhilatanavinSûriye

Heya dema ku derketina terorîstan ji rojhilata Helebê neyê garantîkirina her cure hewldana her aliyekî jibo damezrandina agirbesê li vê navçê nayê qebûlkirin

Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand heya dema ku derketina terorîstan ji rojhilata Helebê neyê garantîkirina her cure hewldana her aliyekî jibo damezrandina agirbesê li vê navçê nayê qebûlkirin.

 Konseya Ewlehiyê duşemiyê şevê civînek jibo hilkolandina  biryarnama  NY li bara agirbesa yekhefteyî li Helebê li dar xist ku Çîn û Rûsiyê tevî ku dizanin endamên terorîst li Sûriyê  ji agirbesa çûyî jibo xurtkirina helwstên xwe îstifadê dikin ev biryarnameya veto kirin.

Rûsiye ser vê bawerê ye ku artêşa Sûriyê niha  kontrola piraniya navçên Helebê girtiye destê xwe û agirbes vê gavê ewqas giring nîne jiber ku endamên terorîstî bi cihanîna agirbesê  hewl didin ku hêz û qaweta xwe zêde bikin.

Piştgirên  terorîstan li Helebê  dema damezrandina  agirbesên  buhurî bi mehna alîkariya  bo gelê rojhilata  Helebê jibo grûpên  çekdar û terorîstî yên asêbûyî li vê navçê kelûmelên eskerî dişandin.

Li gorî rapora Fars Newsê,  wezareta  karên derve ya Sûriyê roja sêşemiyê her wiha bi şermezarkirina  êrişa tereorîstan ser nexweşxana  gerok ya Rûsiyê li Helebê ragihand ku  nahêle welatiyên  vî welatî wek hêsîr di destê terorîstan de bimînin.

Wezareta karên derve ya Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku dê hemî hewldana  xwe jibo azadiya  welatiyên  hêsîrgirtî ji aliyê terorîstan bi kar bîne û  tekez kir armanca êrişa ser nexweşxana gerok a Rûsiyê li Helebê ku  xizmetên pizîşkiyê dida  qurbaniyên êrişên terorîstî nayê pînekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu