IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Heyder Ebadî: Bombebarana navendên DAIŞê li nav axa Sûriyê dê were domandin

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku welatê wî daxawza destwerdana li karên navxweyî yên Sûriyê nake, ragihand: Iraqê dê êrîşên xwe yên esmanî li dijî baregehên DAIŞê li nav axa Sûriyê bidomîne.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El Alemê, Heyder Ebadiyê serokwezîrl Iraqê roja Sêşemiyê li civîna nûçegihaniya li Bexdayê got: Metirsiya ketina çeteyên DAIŞê ji sînorê Sûriyê bo nav axa Iarqê hema wisa heye û ji ber vê yekê bombebarana baregehên DAIŞê li nav axa Sûriyê ji aliyê firokeyên şêrr ên Iraqê va dê hema wisa were domadninê û heke pêwîst be, dê i vê yekê jî pirtir bibe.

Serokwezîrê Iraqê her wiha bal kişande er lihevalyayîbûna qeyrana Sûriyê û şer û pevçûnên li nav wî welatî ku bûye sebeba dewama hebûna çeteyên DAIŞê li Sûriyê û got: Gelê Sûriyê dê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bike.

Heyder Ebadî pêştir jî ragihandibû ku welatê wî koma têrorîst a DAIŞê ne tenê li Iraqê belkî dê li tevahiya navçeyê bişopîne.

Dewleta Iraqê Pêncşemiya bihurî anku 19ê meha Nîsanê qala êrîşa firokeyên şêrr ên vî welatî li ser navend û çeperên koma têrorîst a DAIŞê li nav axa Sûriyê ji ber hebûna xetera vê koma têrorîst bo axa Iraqê û li ser fermana Heyder Ebadiyê serokwezîr û fermandarê gişt hêzên çekldar ên vî welatî kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu