IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: “Giştpirsîn bi dawî hat û kete dîrokê”

Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser lidarxistina Giştpirsîna cudabûnê ya vê dawiyê li Herêma Kurdistana Iraqê di roja 25ê Îlona 2017an tevî hebûna dijayetiyên navxweyî û derveyî, destnîşan kir: “Giştpirsîn bi dawî hatiye û kete dîrokê”.

Li gorî rapora Fars Newsê ji zarê kanala iraqî ya Al Someria Newsê, Heyder Ebaduiyê serokwezîrê Iraqê êvara Sêşemiyê li civîneka çapemeniyê li Bexdayê got: “Ji rêberên kurd ra hat gotin ku Giştpirsîn berî her tiştî wê li ser ziyana kurdan bi xwe be”.

Ebadî bal kişande ser vê yekê wê nema bikeve şerê navxweyî, ji rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku li ser esasa qanûna bingehîn a vî welatî diyalogê pêk bînin.

Serokwezîrê Iraqê her cûre lihevkirina li ser pêkanîna sê navçeyan li Herêma Kurdistana Iraqê derew zanî û her wiha got ew erkdar e ku hakimiyeta dewleta navendî li hemî deverên Iraqêî berfireh bike.

Heyder Ebadî li bara kiryarên xerabkarane li Kerkûkê û navçeyên din ên kêşeliser jî hişyarî da û destnîşan kir: “Ala Iraqê girêdayî bi hemî iraqiyan e û divê li her dera welêt bê bilindkirin”.

Serokwezîrê Iraqê li ser opêrasiyona hêzên iraqî li rojavaya vî welatî jî got: “Bi zûtirkê em ê azadiya hemî navçeyên Iraqê ji bin dagirkeriya DAIŞê û serdestiya ser navçeyên sînorî digel Sûriyê ragihînin”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu