AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Heta Tirkîye hêzên xwe dernexe peywendîyên me çêtir nabin

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî li bara peywendîyên Bexda û Enqerê got ku peywendîyên Iraq û Tirkîyê heta dema ku Enqere hêzên xwe ji axa Iraqê dernexe, derbasî qonaxeke nû nabin.

Heyder Ebadî herwiha got: Me ji serokwezîrê Tirkîyê ra got ku peywendîyên Iraq û Tirkîyê bi hebûna hêzên vî welatî li axa Iraqê li pêş nakevin.

Binelî Yildirim serokwezîrê Tirkîyê ku heftîya buhurî li Bexdayê bû li civîna çapemenîyê ya hevpar ligel Ebadî gotibû ku meseleya bicihbûna hêzên serbazî yên Tirkîyê li baregeha Başiqê yê bi awayekî dostane di navbera her du welatan da bê çareserkirinê.

Serokwezîrê Iraqê jî piştî gotûbêja ligel Yildirim li Bexdayê gotibû ku Enqerê soz da hêzên xwe ji baregeha Başiqê vekişîne û Enqerê soz da ku li bara hêzên xwe li bakûra Iraqê biryarê bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu