IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî ji El-Helbûsî xwest bila bi lezgînî qanûnên têkildarî avedankirina Iraqê bipejirîne

Serokwezîrê Iraqê li hevdtina serokê parlemana vî welatî jê xwest ku bila bona pejiarndina qanûnên têkildarî avedankirina Iraqê lezê bike.

 Li gorî rapora Someriye News`ê, û ji zarê nivîsgeha serokwezîriya Iraqê, Heyder Ebadî li daxûayniyekê bijartina  Muhemed El-Helbûsî bo serokatiya parlemanê pîroz kir û jê xwest ku bila bona pejirandina qanûnên têkildarî avedankirina Iraqê, aramî, geşatî û cihhatina armancên xelkê û bersivandina xwestekên wan ên  qanûnî lezê bike.

Serokwezîrê Iraqê herwiha hêvî kir, li qonaxa tê şahedê hevkariya zêdetir a navbera du hêzên kivşkirina qanûnan û hêza cihanînê bona xizmeta bo gelê Iraqê be.

El-Helbûsî jî li vê hevdîtinê bal kişand  ser viyana parlemanê li dewra nû  bona xurtkirina yekitiya neteweyî û  parastina  destkewtên  neteweyî ku ji bo gel, yekitî, pararstina  hakimiyet û serweriya neteweyî ya vî welat cih hatine.

Wî qahêmbûna  yekitiya neteweyî û  jiyana bi aşitî ya iraqiyan, hevkariya tev hêza cihanînê û hewldana ji bo dewama  peywendiyên Iraqê tev welatên navçeyî û navneteweyî bona  parastina ewlehî û aramiya navçê û  berjewendiyên gelanî ji ewlewiyetên  parlemanê li dewra nû dan zanîn.

Her du aliyan herwiha li ser pêwîstiya  lezgînkirina  damezrandina  dewleta Iraqê, hewldana ji bo berfirekirina  xizmetan û avedankirina  hemî parêzgehan, dayîna bersiva xwestekên gel û her wiha parastina  yekperçetiya Iraqê teqez kirin.

Başa dön tuşu