Serokwezîrê Iraqê li hevdtina serokê parlemana vî welatî jê xwest ku bila bona pejiarndina qanûnên têkildarî avedankirina Iraqê lezê bike.
Li gorî rapora Someriye News`ê, û ji zarê nivîsgeha serokwezîriya Iraqê, Heyder Ebadî li daxûayniyekê bijartina Muhemed El-Helbûsî bo serokatiya parlemanê pîroz kir û jê xwest ku bila bona pejirandina qanûnên têkildarî avedankirina Iraqê, aramî, geşatî û cihhatina armancên xelkê û bersivandina xwestekên wan ên qanûnî lezê bike.
Serokwezîrê Iraqê herwiha hêvî kir, li qonaxa tê şahedê hevkariya zêdetir a navbera du hêzên kivşkirina qanûnan û hêza cihanînê bona xizmeta bo gelê Iraqê be.
El-Helbûsî jî li vê hevdîtinê bal kişand ser viyana parlemanê li dewra nû bona xurtkirina yekitiya neteweyî û parastina destkewtên neteweyî ku ji bo gel, yekitî, pararstina hakimiyet û serweriya neteweyî ya vî welat cih hatine.
Wî qahêmbûna yekitiya neteweyî û jiyana bi aşitî ya iraqiyan, hevkariya tev hêza cihanînê û hewldana ji bo dewama peywendiyên Iraqê tev welatên navçeyî û navneteweyî bona parastina ewlehî û aramiya navçê û berjewendiyên gelanî ji ewlewiyetên parlemanê li dewra nû dan zanîn.
Her du aliyan herwiha li ser pêwîstiya lezgînkirina damezrandina dewleta Iraqê, hewldana ji bo berfirekirina xizmetan û avedankirina hemî parêzgehan, dayîna bersiva xwestekên gel û her wiha parastina yekperçetiya Iraqê teqez kirin.