IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Krîza siyasî ya Iraqê alîkariya terorîstên DAIŞ’ê dike

Serokwezîrê Iraqê duh şemiyê piştî zêdbûna kiryarên terorîstî li Bexdayê ragihand ku krîza siyasî li nav Iraqê dibe sebeb ku şerê dijî terorîstên DAIŞ’ê bi başî cih neyê.

Li gor rapora ajansa IRNA’yê, ji zarê ajansa Reutersê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ku van rojana ji ber biryara kêmkirina wezaretxanan bona sekinîna li hemberî gendeliyê ketiye ber rexneya neyaran, li gotûbêja xwe ya telivîzyonî destnîşan kir; Gêre û kêşeyên siyaî vê mecalê dide kesên fanatîk ku li wan deran ku hizûra hikûmeta Iraqê li wan deran kêm e, pirtir bixebitin.

Wî destnîşan kir ku neyariyên siyasî li nav Iraqê mecala sekinîna li hemberî terorîstan ji dest dan.

Wî tawanbar kirina aliyên siyasî yên nav Iraqê bi desthebûna li kiryarên terorîstî yên vê dûmahîkê li Iraqê ret kir û ragihand ku ev kiryarên terorîstî yên Bexdayê karê terorîstên DAIŞ”ne.

Hejmara kuştiyên sê teqînên zincîreyî yên Kazimiye, Camie û bajarokê Sedira Bexdayê gihêşte 94 kesan û 150 kes jî birîndar bûn.

çavkaniyên polîs ên Iraqê ragihandin ku duh di encama teqîna maşîneke bombekirî li bazareke bajaroka Sedir a Bexdayê da, 65 kes hatin kuştin û zêde ji 70 kesî jî birîndar bûn.

Duh jî di encama teqîna bombekê li nêzîkî bazarekê li devera Mehmûdiye, li başûra Bexdayê da kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Piştî serketinên zav ên hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî dijî terorîstên DAIŞ’ê, bitaybet li parêzgeha El-Enbarê, grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê bona tirsandina xelkê dest bi kiryarên terorîstî dijî xelkê sivîl iriye.

Li gorî rapora kanala Sumeriye News`ê, çavkaniyên polîs ên Iraqê ragihandin ku duh jî di encama teqîna maşîneke bombekirî li bazareke bajaroka Sedir a Bexdayê da, 28 kes hatin kuştin û zêde ji 40 kesî jî birîndar bûn.

Roja sêşemiya bihurî jî di encama teqîna bombekê li nêzîkî bazarekê li devera Mehmûdiye, li başûra Bexdayê da kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrişa têrorîstî ya li nêzîkî devera Ebûxureybê li rojavaya Bexdayê da jî, 12 kes hatin kuştinê û gellek kes jî birîndar bûn.

Li gorî gotina berpirsên ewlehî û leşkeriya Iraqê, piştî serketinên bidûhev ên hêzên artêşê û gelanî yên Iraqê li deverên curbicur ên vî welatî, koma têrorîst a DAIŞ`ê dest bi êrişa ser sivîlan li bajaran nemaze li Bexdayê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu