Serokwezîrê Iraqê got ku koma têrorîst a DAIŞ`ê tevî bi sedan babetên bombedanîna erebeyan li Iraqê ku di encamê da bi sedan kes hatin kuştin, êdî ew coş û kelecana xwe ya berê ji bo berxwedana demdirêj li Mûsilê tine û wê bi zûtirkê têk biçe.
Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li hevpeyivîna digel ajansa nûçeyan a Associated Press`ê got: “Em dibînin ku hemî teşkîlatên têrorîstî yên DAIŞ`ê ji aliyê hêzên çekdar ên Iraqê va ber bi têkçûnên ne. Mûsilê wê beriya bidawîhatina sala 2016`an bê azadkirin. Serketina li azadkirina navçeyên berfireh li Mûsilê nîşan dide ku DAIŞ`ê êdî ew coş û kelecana xwe ya berê ji bo berxwedana li hemberî êrîşên me tune û bi zûtirkê dê ev kom ji nav here“.
Serokwezîrê Iraqê her viha got: “Mûsil niha tam di bin kontrol û çavdêriya hêzên iraqî da ye û em çaverê ne ku zûtirkê bikarin vê navçeyê bixin bin desthilata xwe û DAIŞ`ê biqewtînin. Ez hejmara kuştiyên hêzên iraqî ji dema destpêkirina opêrasiyona Mûsilê ranagihînim“.
Heyder Ebadî got: “DAIŞ`ê weke marekî Efî ye ku divê em serê wê jêkin û serê van têrorîstan jî li Mûsilê ye. Dema em Mûsilê azad bikin êdî ewna ji nav çûne. Azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê wê derbeke mezin li dijî wan be. Eva yekem car e ku em bajarekî azad dikin ku welatiyên wî bajarî hîn li nav malên xwe ne. Ev kar dijwar e, ji ber ku hêzên ewlehiyê ji min ra gotin ku ji deverin dikevin ber êrîşan ku welatiyên sivîl lê rûdinin û ewna nikarin dest bi gullereşandina li hemberî wan bikin“.
Heyder Ebadî her viha amaje bi pêkanîna yekîtiya navbera eşîr û komên qewmî û etnîkî li Iraqê kir û got: “Me hin pêşketin li warê aştiya di navbera eşîr û qewm û etnîkên welêt bi dest xistine. Niha ku hêzên Heşdê Şeibî bi fermî hatin naskirin û hevkariya hêzên iraqî dikin, carcaran hin nûçe û rapor li bara reftarên neçê û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê komên mîlîtanên dewletî digihêjin min û ez gere wan hilkolînim“.
Serokwezîrê Iraqê her viha ragihand ku bi desthilatdarbûna Donald Tramp serokomarê bijartî yê Amerîkayê ev dewlet dikare piştgiriya locêstîkî ya zêdetir ji dewleta Iraqê ji bo şerê dijî têrorîsmê pêk bîne.
Serokwezîrê Iraqê li bara gotinên Tramp ku gotibû dixwaze bazara niftê ji destê Iraqê derxîne, got: “Tramp gere bizane ku ev nift ya iraqiyan e. Gelê Iraqê îznê nade tu welatekî ku xwedîtiya li ser çavkaniyên wan ên niftê bi dest bixe“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)