IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: “Serkeftina li dijî DAIŞê biparêzin”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro îniyê li Bexdayê axivî û xwest ku serkeftina wan li dijî DAIŞê “bi yekkirina artêş, Heşda Şeibî û Pêşmerge û hemû hêzên çekdar were parastin”.

Ebadî beşdarî konsereke navendî bû ku ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Kazimiyê li dar dixe û merciyeta olî ya bilind li Bexdayê jî tê de beşdar bû.

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Ebadî, Serokwezîrê Iraqê bi erênî fetweya cihadê ya Sîstanî nirxandiye.

Ebadî di axiftina xwe de gotiye: “Bi yekîtî û viyana gelê me yê ku tiştê nepêkan pêk anî û çeteyên DAIŞa terorîst di zehmettirîn rewşê de têk bir, Iraq dikare rabe û têkeve rêza dewletên bipêşdeketî”.

Herwiha Ebadî di berdewamiya axiftina xwe de xwest ku “serkeftina li dijî DAIŞê biparêzin” û got: Bila ew serkeftin bi yekkirina hêzên artêş, Heşda Şeibî, Pêşemerge û hemû refên hêzên me yên çekdar were parastin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu