ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê operasyona terorîstî ya li Paraçinar a Pakistanê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, operasyona terorîstî ya îro şemiyê li Paraçinara Pakistanê ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan kesan, şermezar kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, li berteka li hember operasyona terorîstî ya mirinbar li Paraçinar a Pakistanê got, terorîsm, pirsgirêka herî mezin a ewlehiyê li navçe û cîhanê ye ku bêyî tu cidatiyekê, aramî û ewlehiya welat û neteweyan kiriye armanc.

Qasimî bi nîşandayîna hewxemiya xwe bi dewleta Pakistanê û malbatên goriyan vê operasyona terorîstî re, herwiha got, jibo şerrê dijî terorîsmê, zêdekirina hewldanên bi hev re, hewldanên giştalî yên dewletên navçê û civaka cîhanî pêwîst e.

Di encama teqîna terorîstî ya roja şemiyê li bajarê şîetêde yê Paraçinarê li bakûra rojavaya Pakistanê de, herîkêm 20 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu