Heyder Ebadî li civîna rojnamevaniyê li parêzgeha Wasitê, li rojhilata Iraqê, bal kişand ser pêşdeçûnên destxwe yên hêzên eskerî yên vî welatî li operasyona azadkirina Mûsilê û tekez kir, ger ev welata nebuya, terorîstên DAIŞê gihêştibûn welatên derdora kendava Farsê.
Heyder Ebadî bal kişand ser kontrola hêzên eskerî yên Iraqê ser taxên Mûsilê, tevî liv û tevegrên DAIŞê jibo xisara zêdetir ser xelkê sivîl û diyar kir ku li saya hêz û şiyanên hêzên ewlehiyê û li dijî terorîzmê yê welêt, dê diyardeya nehs a terorîzmê li Iraqê dê ji nav here .
Her wiha di dewama pêşdeçûna hêzên iraqî ji mêhwerên curbicur li rojava Mûsilê, cebilxaneyeke grûpa treorîstî ya DAIŞê hat îmhakirin.
Hêzên iraqî şerê li kolan û çarsiyan li hember terorîstên DAIŞê li taxên El-Dewasê û El-Şuhedayê li rojava Mûsilê didomînin bi curekê ku sê bereyên pevçûnê tev treorîstên DAIŞê ji sê aliyan vekirin da ku dorpêça wan girantir bikin.
Eva di rewşekê de ye ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê grûpa terorîstî ya DAIŞê li axiftinekê wek xutbeya xatirxwestinê li bara işkesta vê grûpê li Iarqê li xwe mukir hat û ji endamên ev grûpa terorîstî xwest ku penaha xwe bibine navçên çiyayî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)