Heyder Ebadî: Tiştek nemaye ku DAIŞ li Mûsilê hilweşe
Serokwezîrê Iraqê li hevpeyvînekê got ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê tevî bi sedan babetên trimbêlên bombekirî li Iraqê ku li encama wê bi sedan kes hatine kuştin êdî ev coş û kelecan jibo berxwedana demdirêj li Mûsilê tine û dê bi zûtirkê tûşî şikestê were.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevpeyvîna bi Associated Press`ê re got: “Em dizanin ku hemî teşkîlatên terorîstî yên DAIŞ`ê dê ji aliyê hêzên çekdar ên Iraqê va ji nav herin. Serketina li azadiya navçên berfireh li Mûsilê nîşan dide ku DAIŞ`ê êdî ev kelecan û viyana berê jibo berxwedana li hember êrişên çekdariyê yên me tine û dê bi zûtirkê hilweşe“.
Wî got : “Mûsil niha tam di bin kontrola hêzên iraqî de ye û em li bendê ne bi zûtirkê bikaribin vê navçê bixin bin kontrola xwe û DAIŞ`ê derxînin. Ez hejmara kuştiyên hêzên iraqî ji dema destpêbûna operasyonê li Mûsilê ranagihînim“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)