IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî:Serketina dawiyê nêzîk e

Serokwezîrê Iraqê tekez kir heya niha dê ji sisiyê parzêgeha Neynewayê me azad kiriye û dê bi zûtirkê emê serketian dawiyê bi dest xînin.

  Li gorî rapora Mêhr Newsê ji zarê El-Ehdê serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iarqê  ragihand ku azadiya Mûsilê nêzîk e.

Li vê çarçêvê Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ê Iraqê tekez kir: derba herî giring ku DAIŞê ji me dît yekitiya iraqiyan bû ji ber ku  terorîstên DAIŞÊ ser bêtifaqiya  anvbera grûpên  gel hesab kiribûn welatên ku ewlehiya wan heye divê li bara xetera  van grûpên terorîstî hişyar bin .

wî li dewama gotinên xwe destnîşan kir: Terorîstan dixwestin Bexdayê kavil bikin lê ciwanên me  li hember van grûpên  terorîstê û kiryarên wan sekinîn. Ciwanên me  ji her grûpekê bo berevaniya ji welêt,  nirxên pîroz û welatê xwe li hember terorîstan rawestan.

Serokwezîrê Iraqê diyar kir: Niha  em li Mûsilê li hember terorîstan  disekinin û armanca me  azadkirina  xelkê ye heya niha  me du ji sisiyê Neynewayê azad kiriye  û emê bi zûtirkê serketian dawiyê bi dest xînin.

Wî diayr kir:  Hevgavê azadkirina  erdên  welêt ji lepên  grûpên terorîstî jibo vegerandina  aramî û jiyanê bo anvçên  azabûyî û her wiha  pûçkirina maynan dixebitin ku xelk bikaribin vegerin navçên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu