IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder el Îbadî: “Referandûmeke yekalî welêt dibe tuneleke tarî”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku referandûma serxwebûnê ya ku dê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di 25ê îlonê de bike welêt “bibe bav tuneleke tarî.”

Ebadî di civîna çapemeniyê ya ku li Bexdayê kir de got ku “Referandûmeke yekalî welêt dibe tuneleke tarî. Bêyî ku bigihêjin encamên berbiçav kirina referandûmê xapandina gel e.”

– “Demek nêz de dê operasyona Hewîceyê dest pê bike”

Ebadî di axaftina xwe de qala ji destê DEAŞa rêxistina terorê xilaskirina Hewîceya girêdayî Kerkûkê jî kir û got ku “Ez ji niha mizgînî didim kesên ku li Hewîce û rojavayê Enbarê dijîn ku dê di demek kurt de operasyonên xilaskirinê dest pê bikin.”

Serokwezîr der heqê dê kîjan hêz beşdarî operasyona Hewîceyê bibin de got ku dê di navbera hêzên pêşmerge û artêşê de kordînasyon bê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu