Heyeta Hemasê çû Tahranê
Salih El Erûriyê Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê daxuyand ku ew naxwazin têkiliyên bi Îranê re qut bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hemasê de behsa hevdîtinên bi rayedarên îranî re hat kirin û wiha hat ragihandin: “Ziyareta heyeta Hemasê ya ji bo Tehranê tê wê me’neyê ku şertê Îsraîlê yê der barê Îranê de hatiye redkirin. Şertê Îsraîlê ew bû ku ji bo qebûlkirina lihevkirina neteweyî ya Filîstînê divê têkiliyên bi Îranê re qut bibin.”
Erûrî diyar kir ku Hamas wê dev ji heqê gelê Filîstînê û têkoşînê bernede û got li hember dagirkeriya Îsraîlê ewê bi hemû welatên ku piştgiriyê didin gelê Filîstînê re têkiliyên xwe xurt bikin.
Elî Larîcaniyê Serokê Meclisa Îranê jî got Îran wê piştgiriyê bide Hemasê, komên din ên li ber xwe didin û gelê Filîstînê.
Larîcanî got hewldanên Îsraîlê yên ku dixwaze li herêmê îstiqrarê xirab bike û qada xwe firehtir bike wê bi ser nekeve.
Heyeta Hemasê ya ku bi serokatiya Erûrî Îran ziyaret kiribû bi Elî Larîcaniyê Serokê Meclisa Îranê û Elî Ekberê Serşêwirmendê Îmam Ayetullah Seyyid Elî Xemaney re hevditin kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)