ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Haşimî Şahrûdî emrê Xwedê kir

Ayetullah seyd Haşimî Şahrûdî serokê Civata Diyarkirina Berjiwendiyên Nizama Îslamî û serokê berê yê Teşkîlata Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê li emrê 70 saliyê piştî tamulkirina dewrekê nexweşiyê emrê xwedê kir.

Ayetullah seyd Mehmûd Haşimî Şahrûdî  li sala 1327 Koçbweriya Tavî (1948) li bajarê Necefa Eşref li malbateke oldost çavên xwe li ser vê cîhanê vekirin.

Ayetullah seyd Haşimî Şahrûdî ji sala ji sala 1994 li dewrên curbicur  anku ji dewra sêyem heya heftem wek endamê Konseya Parastina Qanûna Bingehîn ya Komara Îslamî ya Îranê hat bijartin.

Ayetullah seyd Haşimî Şahrûdî di navbera tebaxa salên 1999 heya tebxa 2009 ji aliyê rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê wek serokê teşkîlata dadweriya komara Îslamî ya Îranê hat bijartin . Ayetullah seyd Haşimî Şahrûdî ji 25 Tîrmeha 20011 wek serokê Taxima bilind a Çareseriya Dijberiyan û rêkûpkkirina pêwendiyê sê teşkîlatên birêvebir ên Îranê hat bijartin û 14 Tebaxa 20017 ji aliyê rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Civata Diyarkirina Berjiwendiyên Nizama Îslamîhat bijartin.

Ayetullah seyd Haşimî Şahrûdî serokê Civata Diyarkirina Berjiwendiyên Nizama Îslamî û serokê berê yê Teşkîlata Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê duh piştî mudetekî tamulkirina nexweşiyê li emrê 70 saliyê emrê xwedê kir.

Başa dön tuşu