AborîAsyaEwropaNûçe

Heyeteke ‪Tirkiyeyê‬ diçe ‪Rûsyayê‬

Heyeteke Tirkiyeyê ku ji berpirsên wezaretên çand, ragihandin û ji wezareta navxweyî pêk tê sibê wê serdana Moskovayê bikin.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev daxwaza vexwendinê ji meqamên Rûsyayê hat.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: “Ji bo nirxandina hevkariya beşa turîzmê ya navbera Rûsya û Tirkiyeyê bi serokatiya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê û bi tevlîbûna berpirsên Wezareta Çand û Turîzm, Wezareta Ragihandin û Deryayê û Wezareta Navxweyî û ji nûnerên sektore dê sibê 14ê Tîrmehê heyetek serdana Moskovayê bike û bi mûxatabên xwe re wê hevdîtinekê pêk bînin.”

Di berdewamiya daxyaniyê de hat gotin: “Di civînê de ji bo amadehiyên destpêkirina firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, ewlehiya turîstan û bergiriyên ku dê werin girtin, hevkariya têkiliyên turîzmê yên pêşerojê jî dê werin nirxandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu