IraqNûçeRojhilatanavin

Hêza artêşa Iraqê hinek tax û deverên din yên bajarê Mûsilê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxistin

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê hêzên iraqî ve didome. Fermandeyê operasyona Mûsilê Ebdulemîr Yarellah ragihand ku îro hêzên iraqî taxa Rîsale û apartmanên Nablos li aliyê rojavayê Mûsilê rizgar kirine.

Fermandeyê şerê Mûsilê her wiha ragihand ku pêşveçûna hêzên iraqî didome û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê derbên giran xwarine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu