Hêza dijîterora Iraqê ragihand, du xortên Mûsilî bi tohmeta encamdana teqîna Kerkûkê hatine girtin.
Şeva borî li tax Tenek ya Kerkûkê otomobîleka bombekirî teqiya. Di wê rûdanê de 8 kes birîndar bûn.
Li gorî agaihyên hêza dijîterora Iraqê, ew du xort birayên hev in û di mala wan de teqemenî hatine zeftkirin.