CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Nêtanyahû û Pêmpêo li Bruksêlê

Bênyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rêjîma Siyonîst Duşemiyê bi şev li Broksêla paytexta Bêljîkayê tev Mayk Pompêoyê wezîrê karêmn derve yê Amerîkayê ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora Fars Newsê, Nêtanyahû  ûPêmpêo li vê hevdîtinê derbarê tiştê ku wek “Çalakiyên wêranker ên Îranê li navçeyê” dan zanîn, axivîn.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîst li vê hevdîtinê sipasiya Amerîkayê ji ber helahelayê û hilêxistina derewên vê dawiyê yên vî welatî li dijî bernameya berevaniya mûşekî ya Îranê kir.

Mayk Pêmpêo êvara Şemiya bihurî îdia kir ku Komara Îslamî ya Îranê vê dawiyê mûşekeka navînmenzîl a balistîk ceribandiye ku dikare kumikên cûrbicûr rake.

Pêmpêo bêyî raberkirina tu cûre belgeyekê îdia kir ku ev ceribandin li dijî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY bûye.

Li dû vê îdayê, Hevpeymanên ewropî yên Amerîkayê yanî Almanya, Fransa û Brîtanyayê jî tevî şopandina helwêsta Waşîngtonê, Komara Îslamî ya Îranê bi sûcê binpêkirina Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY tawanbar kirin.

Ev helahelaya hevaheng û hevdem a Amerîkayê û hevpeymanên wî welatî li halekî pêk hat ku Nebîle Masêralî, berdevka Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê pêştir ragihadibû ku ceribandinên mûşekî yên Îranê Lihevkirina Atomî binpê nakin.

Başa dön tuşu