CîhanEwropaNûçe

Almanyayê balafira ku piştî rabûnê agir girtê ket: Pîlot canê xwe ji dest da

Li gor zanyariyên berdest, balafira biçûk ku li bajarê Mosbach ê girêdayî eyaleta Wurttemberga Almanyayê piştî rabûnê agir girtê.

Polîsê alman di daxuyaniya xwe de got: “Balafira biçûk piştî rabûnê bi demeke kin agir girtê û ket. Di encama bûyerê de pîlotê balafirê canê xwe ji dest da.”

Li gor daxuyaniya polîsê alman, derbarê mijara agir girtin û ketina balafirê de lepirsîn hatiye vekirin û derbarê nasnameya pîlot de tu agahî nehat dayîn.

Başa dön tuşu