Liv û tevgera Komara Îslamî ya Îranê li riya pêşketina zanistî ji wan li warê şandina setelaythilgiran bo fezayê û her wiha jordebirina hêza mûşekî, cardinê rayedarên emerîkî neçar kirin bertekê nîşan bidin.
Mike Pompeo (Mayk Pompêo), wezîrê karên derve yê Emerîkayê, roja pêncşemê li bara berfirehkirina bernama fezayî û mûşekî ya xwe hişyarî da Îranê û ji Îranê xwest ku bila her cure xebata xwe têkildarî mûşekên balestîk rawestîne. Li gor îdiaya wezîrê karên derve yê Emerîkayê, bernama mûşekî ya Îranê biryarnama 2231`an a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî binpê dike.
Mike Pompeo her wiha îdia kir ku teknolojiya ku li bernama fezayî ya Îranê hatiya xebitandin, hema ev teknolojî ye ku dikare li berfirehkirina mûşekên balestîk jî were xebtandin.
Ev cure helwestên rayeadrên emerîkî ne mijareke teze ye û dê ya dawiyê jî nebe. Dewleta niha ya Emerîkayê hertim nihêrîneke bi dijminatî li hemberî Îranê hebûye û her car bi hecetên curbicur û bi armanca girtina pêşiya pêşketinên Îranê li warê fezayî û mûşekî, wê weke gefekê bo cîhanê dide nasandin.
Ev nihêrîna Emerîkayê ku bingeha wê li dijminatiya kûr derheq gel û nizama Îranê heye li 40 salên buhurî bi şêwazên curbicur hatiye şopandin û îro jî ku Inqilaba Îslamî xwe ji bo cejna xwe ya 40 saliyê amade dike, dijminatiya Emerîkayê li hemberî Îranê gihêştiya asta xwe ya herî jorîn.
Dijminatiya Emerîkayê li hemberî gelê Îranê hertim bi boykot û zext û zorên aborî û siyasî rûbirû bûye û xala balkêş li vê barê, pêşketina Îranê li warên curbicur bisaya hema van boykotan e.
Serketin û pêşketina Îranê li warên curbicur ji wan li warê fezayî û mûşekî nîşana nekêrhatîbûna siyaseta Emerîkayê ya boykotkirinê heye û her ev mijara , rayedarên emerîkî hêrs kiriye û ew hewl didin bi şiroveyên şaş, bernama mûşekî ya Îranê weke gefekê bo cîhanê bidin nîşandan.