NûçeRojhilatanavinSûriye

Hezar terorîst ji navça Qelemûna rojhilata Sûriyê derketin

Li gorî rapora IRNA`yê, Yûrî Yûtûşênko,Serokê Navenda rûsî ya hevahengiya  aşitiya neteweyî li Sûriyê got: Li pey hevahengiya  hêzên ewlehiyê yên Sûriyê û Hîva Sor a vî welatî, hezar  û 72 terorîst û malbatên wan bi 31 ûtûbûsan ji riya derbasgeha  însanî li navça Qelemûna  rojhilat, hatin guhestin bo navça Qeleyê li parêzgeha Idliba Sûriyê.

Li gorî gotina Serokê Navenda rûsî ya hevahengiya  aşitiya neteweyî li Sûriyê endamên çekdar 12 çek, 115 bombeyên destçêkirî, çar kemberên teqînê û gelek çek û sîlehên din radestî artêaş Sûriyê kirin.

Hevgav rayedarekî eskerî yê rûsî got: Hejmarek terorîstên  derketî ji navça Qelemûna rojhilat ji 20 Nîsanê heya niha dighêje  3 hezar û 922 kesî.

35 ûtûbûsên hilgirê  hezar û 156 terorîstan tev malbatên wan yekşemiya buhurî ji bajarokên  Qelemûna  rojhilatê derketin.

Li gorî hevhatina  dewleta Sûriyê û komên terorîstî biryar e terorîst piştî radestkirina çek û sîlehan û cebilxaneyên xwe bo  artêşê bi endamên  malbatên ji vê navçê derkevin û berê xwe bidin parzêgeha  Idlibê li bakurê rojava Sûriyê.

Her wiha terorsîtên  ku naxwazin ji bajarokê Qelemûna  rojhilatê derkevin dikarin  xwe radestî hêzên artêşê bikin û li navçeyê bimînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu