Li gorî rapora IRNA`yê, Yûrî Yûtûşênko,Serokê Navenda rûsî ya hevahengiya aşitiya neteweyî li Sûriyê got: Li pey hevahengiya hêzên ewlehiyê yên Sûriyê û Hîva Sor a vî welatî, hezar û 72 terorîst û malbatên wan bi 31 ûtûbûsan ji riya derbasgeha însanî li navça Qelemûna rojhilat, hatin guhestin bo navça Qeleyê li parêzgeha Idliba Sûriyê.
Li gorî gotina Serokê Navenda rûsî ya hevahengiya aşitiya neteweyî li Sûriyê endamên çekdar 12 çek, 115 bombeyên destçêkirî, çar kemberên teqînê û gelek çek û sîlehên din radestî artêaş Sûriyê kirin.
Hevgav rayedarekî eskerî yê rûsî got: Hejmarek terorîstên derketî ji navça Qelemûna rojhilat ji 20 Nîsanê heya niha dighêje 3 hezar û 922 kesî.
35 ûtûbûsên hilgirê hezar û 156 terorîstan tev malbatên wan yekşemiya buhurî ji bajarokên Qelemûna rojhilatê derketin.
Li gorî hevhatina dewleta Sûriyê û komên terorîstî biryar e terorîst piştî radestkirina çek û sîlehan û cebilxaneyên xwe bo artêşê bi endamên malbatên ji vê navçê derkevin û berê xwe bidin parzêgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê.
Her wiha terorsîtên ku naxwazin ji bajarokê Qelemûna rojhilatê derkevin dikarin xwe radestî hêzên artêşê bikin û li navçeyê bimînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)