NûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên yemenî kontrola navçên stratejîk li parêzgeha Hudeydê bi dest xistin

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê kontrola çend navçe û navendên stratejîk li navça El-Cebîlê li başûrê taxa El-Tehîtayê li parêzgeha Hudeydê li rojavaya vî welatî ji lepên destdirêjkirên siûdî û îmaratî û kirêgirtiyên wan istandin.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya El-Alamê, çavkaniyeke li wezareta berevaniyê ya Yemenê raghand: Artêşê û komîteyên  gelenî yên Yemenê bi operasyoneke  berfireh li parêzgeha Hedîdê ev serketina balkêş û  mezin li şerê li hember hevalbendiya  destdirêjkirê siûdî bi dest xistin û karîn ku  gelek xisaretên aborî û  madî li wan xînin.

Vê çavkaniyê her wiha got: Yekîna bê firokevan a  ser bi hêzên artêşê û komîteyên  gelanî yên Yemenê jî li operasyoneke taybet li bereya  peravê rojava  karî ku sîtema  berevaniya hewayî  û odeya  fermandehiya  ser bi hevalbendiya  destdirêjkirê siûdî têk bibe û dijminê ku ji ber teknolojiyên xwe yên modern û pêşketî qudde bibû bi ser keve.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê her wiha  nifûz û pêşdeçûna  hevalbendiya  destdirêjkirê siûdî ser meqer û navendên  têkoşerên  yemenî li ber derbasgeha  Elebê li parêzgeha  Esîrê li Erebistanê têk bibin û hejmarek ji wan kuştin an birîndar kirin.

Li navça Mîdiyê li parêzgeha  Heceyê li bakurê rojava  Yemenê jî artêşê û komîteyên  gelanî yên vî welatî du trimbêlên  eskerî yên destdirêjkirên  siûdî û kirêgirtiyên  wan têk birin.

Başa dön tuşu