CîhanÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Amerîkayê îro ji binkeya serbazî ya Tacî vedikişin

Hêzên Amerîkayê îro Yekşemê ji bingeha serbazî ya Tacî vedikşin, ev gava Amerîkayê ji bo kêmkirina hêzên wê li Iraqê ye ku ji dema şehîdkirina serdar Qasim Silêmanî ve, ji bo derxistina hêzên xwe ji Iraqê ketiye bin fişara piraniya part û aliyên iraqî.

  Îro êvarê di merasîmekê de hêzên Amerîka wê bingeha Tacî radestî hêzên ewlekariya Iraqê bike, Serokê Amerîka Donald Trump di civîna roja pêncşemê de li gel serokwezîrê Iraqê got, şandina hêzê bo Iraqê ji destpêkê ve biryareke şaş bû û xiste stûyê rêveberiyên berê yên Amerîkayê.

Êrîşên rokêtan bi awayên heremekî li ser bingehên serbazî yên hevpeymanan yan jî yê Amerîka di sala bûrî  zêde bûye, meha bûrî rojên kêm hebûn ku êrîşî bingehên serbazî yan jî navçeya Kesk nehatibe kirin. Heya niha Hevpeymanan ji 7 bingehên serbazî yê Iraqê vekişiyane.

Radestkirina binkeyên serbazî bi hêzên emnî yên Iraqê piştî şehîdkirina serdar sipehbud  Qasim Suleymanî û Ebu Mehdî Muhendis ji aliyê Amerîkayê ve bileztir bûye.

Parlemana Iraqê jî di meha Çile ya îsal de bi piraniya dengan daxwaza derketina hêzên biyanî bi taybet yên amerîkî yên li Iraqê kiribû.

Başa dön tuşu