CîhanEwropaNûçe

Hilbijartinên Ermenîstanê bidawî bûn: Sarkisyan li pêş e

Li Ermenîstanên dengdana hilbijartinên parlamentarên serdema nû ya parlamentoyê bi dawî bûn. Li gor encamên destpêkê Partiya Komarî ya Ermenîstanê ya rêbertiya wê Serj Sarkisyan dike serkeftiyê hilbijartinê ye.

Hat ragihandin ku 2 milyon û 523 hezar û 101 dengdêr li Ermenîstanê ji bo hilbijartinê çûn ser sindowan ku rêjeya beşdarbûnê 60.86%î bû.

Li gor anketên derketina sindoqan Partiya Komarî ya Ermenîstanê ya bi seroktiya Serj Sarkisyan 46%ê dengan wergirtiye û Partiya Koalîsyona Tsarukyan ku Partîya Ermenîstana Kulîlkan a milyarderê Ermenî Gagik Tsarukyan jî tê de cî digire, ji 25%ê dengan wergirtiye.

Li parlamena Ermenîstanê 101 kursiyên parlamentariyê hene ku li sala 2015an derbasî sîstema parlamentariyê bûne.
Piştî ku dema seroktiya Serokomarê Ermenîstanê li sala 2018an bidawî bibe, dê sîstema parlamentariyê bikeve meriyetê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu