ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê êrîşa destdirêjkerên Siûdî têkşikandin

Kanala El Mesîreyê ya Yemenê Çarşemiyê bi şev ragihand ku di vê operasiyonê da hejamreka kirêgirtiyên Siûdî hatin ekuştin û hejamrek jî birîndar bûne.

Hêzên yemenî êrîşî ser baregeh û çeperên kirêgirtiyên Siûdî li navçeya Tewasineya şaristana Xubê û navçeya Şe’efê ya parêzgeha Cufê jî kirin û ziyanên giran ên canî û leşkerî li wan xistin.

Her wiha di êrîşa Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê li ser baregehên kirêgirtiyên Siûdî li rojhilata navçeya Xube ya Cîzanê li başûrê Erebistanê, hejamreka zêde ya kirêgirtiyên Siûdiyan ji wan sê welatiyên Sûdanî hatin kuştin.

Hêza berevaniyê ya artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Serleşker Elî El Mûşekî Alîkarê serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Yemenê vê dawiyê ragihand ku hêzên yemenî soz dane ku tu destdirêjkerek zindî ji Yemenê dernekeve.

Başa dön tuşu