IraqNûçeRojhilatanavin
Hêzên arteşa Iraqê li Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê bindest kirin

Li başûrê parêzgeha Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin girtin.
Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihandiye, şeva borî hêzên Iraqî li nav bajarokê Hewîce yê Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê girtin.
Li gorî agahiyên wezaretê, wan çekdaran xwe amade dikir êrişên terorîstî pêk bînin.
Duh li Mûsilê jî 14 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatibûn girtin.