NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên artêşa Sûriyê çend navçeyên stratêjîk li rojhilata Tedmirê azad kirin

Çavkaniyên ewlehiyê roja pêncşemiyê ragihandin ku hêzên artêşa Sûriyê karîn çend navçeyên hestyar û girîng li rojhilata Tidmurê azad bikin.

Li gorî rapora Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA), hêzên artêşa Sûriyê karîn çar navçeyên hestyar û stratêjîk li rojavaya navçeya El Telîleyê ku ketiye 18 kîlometriya rojhilata Tidmurê ji bin lepên endamên DAIŞ`ê azad bikin.

Li gorî vê raporê hêzên sûrî, herwiha li navçeya Dera El Beledê ku ketiye başûrê Sûriyê, di encama êrişekî ser bargehên endamên terorîstî yên bereya El Nusrê de, hejmarek ji terorîstan kuştin yan jî wan birîndar kirin.

Artêşa Sûriyê di vê operasyonê de ku li başûra rojhilata navçeya El Xezan, taxa Ebasiye, El Qern û derdora gumrika kevn a Derayê cih hat, çekên leşkerî yên terorîstan rûxandin.

Ajansa nûçeyan a SANA`yê herwiha ragihand: Balafirên cengî yên Sûriyê, bargehên terorîstên DAIŞ`ê li taxa El Resafe, derdora navçeya El Meqabir û El Serde ku ketine Dêruzorê, dan ber bombeyan ku di encama van êrişan de hejmarek terorîst hatin kuştin û bargehên wan hatin rûxandin.

Di eynî demê de hin medyayên terorîstan, îro ji êrişa balafirên cengî yên hevalbendiyê ser bîrên du meydanên niftî yên El Umer û Konîkoyê li dorhêla rojhilatî ya Dêruzorê agahî dan ku bûye sedema agirpêketina li van du meydanên niftî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu