NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên artêşa Sûriyê, êrişa terorîstên tekfîrî ya Cêyş El-Fethê ser rojavaya bajarê Helebê li bakurê vî welatî bêencam kirin

Li gorî rapora SANA Newsê, komek ji terorîstên Ceyş El-Fethê roja şemiyê êriş kirin ser meqerên artêşa Sûriyê li taxên  xelknişîn  ên El-Zehrayê li rojava  bajarê Helebê ku hêzên artêşa Sûriyê bi bêencamkirina  vê êrişê hejmarek ji terorîstan kuştin an birîndar kirin.

Ceyş El-Feth ku pêk hatiye ji çend komên  terorîstî ji wan bereya El-Nusre û tevgera Nûredîn El-Zenkî li navçên  başûr û rojava  derdora bajarê Helebê ye .

Di eynî demê de Yekîneyên  artêşa Sûriyê li encama pevçûna tev terorîstên DAIŞ`ê, gundên  Muşrife Enbah, Fale REceb, Xerbe Mehend, Soh El-Bû Xemîs, Mensûre, Şewîhan, Helîme û Semîhanê azad kirin û meydanên niftê yên El-Wehab, El-Fehd, DEbîsan û El-Kebîrê û bîrên  Ebû El-Qetet û Ebû Qetaşê jî ji terorîstan istandin.

Li encama  vê operasyonê hejmarek ji terorîstan û serkirdeyên wan kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu