NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên artêşa Sûrîyê li dewama pêşdaçûnên xwe li parêzgeha Humsê, kontrola hin deverên rojavaya şarê Tedmurê girtin destê xwe

Çavkanîyên serbazî yên sûrî ragihandin ku hêzên dewletê girikê Sîryatîlê û devera Semamat Gazê li rojavaya şarî Tedmurê xistin bin kontrola xwe.

Bi vê pêşdaçûnê, artêşa Sûrîyê giheşte 13 kîlomêtrîya Sêkoşeya Tedmurê. Ev devera ciheke destpêkê jibo azadkirina vî bajarê kevnar ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ye.

Li gorî gotina çavkanîyên hanê, opêrasyona serbazî li mêhwera meydanên gaz û niftê li bakûra rojavaya Tedmurê bi hegera berxwedana giran a DAIŞ`ê û bicihkirina bombeyan ser rê û derbasgehên sereke, hatîye sekinandinê.

Hêzên dewleta Sûrîyê opêrasyoneke nû jî li taxa Qabûnê li Şamê destpê kirine ta ku vê taxê ji Berzê cida bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu