Hêzên artêşa Sûriyê meqerên terorîstên tekfîrî li parêzgehên Hemahê li rojava û Idlibê li bakurê rojava Sûriyê dan ber êrişan.
Li gorî rapora El-Alamê, hêzên sûrî niyê şevê navçên bicihbûna terorîstan li derdora gundê Merekbê li bakurê Hemayê dan ber êrişan ku li vê operasyonê hejmarek ji terorîstan hatin kuştin.
Di hemen demê de, artêşa Sûriyê meqerên koma terorîstî ya Tehrîr Şamê li başûrê rojhilata Idlibê dan ber êrişan ku li encama wê meqerên vê koma terorîstî têk çû û hejmarek ji endamên wê hatin kuştin û birîndar bûn.