Hêzên artêşa Sûriyê derbasî bajarê Tel Refetê bûn û kontrola tam a vî bajarî ket destê wan.
Li gorî rapora Fars Newsê, hêzên artêşa Sûriyê li bajarê Tel Refetê li bakurê Helebê bi cih bûn û nûçeyên li bara hitmala derbasbûna hêzên Tirkiyê û terorîstên pê re, bo vî bajarî derew hat zanîn.
SANA Newsê, ji zarê xelkê vî bajarî raghand ku tu eskerekî Tirkiyê an hêzên ser bi Enqerê derbasî vî bajarî nebûne û weşandina hin nûçeyan li vê barê rast nîne.
Tel Rifet piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê, bûye mazûvanê bi hezaran kesên aware yên Efrînê.
Pêştir çavkaniyên sûrî îdia kirin ku taximên eskerî yên Rûsiyê û Tirkiyê li hev kirine ku terorîstên ser navê Artêşa Sûriyeya Azad ku ji aliyê Tirkiyê ve piştgirî dibin, derbasî bajarê Tel Refetê li Rîfa bakurê Helebê bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)