İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hêzên artêşa Sûriyê pêgehên terorîstên DAIŞ û Cibhetunusrê kirine armancên êrişên xwe

Kanala Al ALAM`ê ragihand, hêzên artêşa Sûriyê pêgehên terorîstên DAIŞ û Cibhetunusrê li Dêrezorê û Rîfa Şamê kirine armancên êrişên xwe.

Artêşa Sûriyê û hevgirtiyên wê navçeya El Xûriye li dorhêla başûrê rojhilata Dêrezorê azad kirin û pêgeh û bargehên herî dawîn ên koma terorîst a DAIŞ`ê li vê navçeyê rûxandin.

Li Rîfa başûrî ya Şamê jî, hêzên sûrî piştî pevçûnên giran ên bi endamên koma terorîst a Cibhetunusrê, hin navçeyan azad kirin. Li vê operasyonê artêşa Sûriyê karî pêgeh û rêyên alîkarîgihandina bo terorîstan li kûrahiya navçeya Xûteya Rojhilat bikine armanc û biteqînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version