ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişa Amerîkayê ya fuzeyî ya li ser Sûryeyê bi tundî şermezar kir

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê der heqê êrişa fuzeyî ya Amerîkayê li ser Sûryeyê got: Komara Îslamî ya Îranê wekî mezintirîn qurbaniyê çekên kîmyewî, bikaranîna wan çekan ji hêla her aliyekê ve şermezar dike û hevdem li gel wê jî hincetkirina vê mijarê ji bo hewlên yekalî metirsîdar dizane.

Wî got: Em êrişa Amerîkayê ya li ser Sûryeyê bi tundî şermezar dikin û li ser vê baweriyê ne ku êrişên wiha bi hinceta çekên kîmyewî bi kêrî terorîstan tê û wan bihêz dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu