ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Nivîskarê erebistanî ji ber rexnekirina siyaseta Rejîma Alê Siûd hat girtin

Cemîl Farsî nivîskarê dijberê Rejîma Siûdî ji ber rexnekirina kiryarên vê rejîmê bona normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re hatin girtin.

 Li gorî rapora roja yeşmeiyê ya IRNA`yê ji zarê malpera nûçana  Erebî 21`ê, rûpela twîterê ya zindaniyên  eqîdetî yên Erebistanê, vîdyoya hevpeyvîna  Cemîl Farsî bi televîayona El-Mecdê ku têde raghand: Rejîma Siyonîstî dijminê misilmanan û dagirkirê erdên  erebî ye û îmakna normalkirina  peywedniyan bi wan re tine li rûpelên civakî weşand.

Dadgeha Rejîma  Siûdî jî Cemîl Farsî bi tawana pûç a hebûna bîr û hizrên  bi talûke girtiye.

Li gorî vê raporê li vê hevpeyvînê Fehd El-Senîdî rojnamevan û Sed El-Etîbî mamosteyê zanîngeha Erebistanê jî hizûra wan hebû ku ew du jî ji aliyê Rejîma Alê siûd hatin girtin û niha di girtîgehên vê rejîmê de ne.

Muhemed Bin Selman welîehdê siûdî  pêştir li gotûbêja bi kovara emerîkî ya Atlantîkê re îdia kir: “îsraîliyan mafê xwe hene xwediyê erdê xwe bin”.

Gotin û kiryarên  vê dawiyê yên Muhemed bin Selman nîşana  hewldana wî bo pêkanîan peywedniyê bi Telavîvê di rewşa aloz a  Erebistanê ye.

Ji dema bidesthilatbûna Muhemed Bin Selman, Rejîma  Siûdî heya niha bi dehan rûhanî, mamsoteyên  zanîngehan û xwendekar ji ber rexnekirina siyasetên Bin Selman girtine.

Başa dön tuşu