ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêzên çekdar ên Îranê bi hemî hêza xwe, amadeyî rawestana li ber dijminan in û ev amadetiya, dijmin sist û dilsar kiriye

Emîr sertîp, Ehmed Riza Pûrdestan, cîgirê fermandê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê tekez kir: Amadetiya eskerî ya hêzên çekdar ên  Îranê li dema  aşitiyê, dijmin  lawaz kir û li nijayara eskerî ya wê pirsgirêk pêk anî.

Emîr sertîp Ehmed Riza Pûrdestan her wiha got : Emerîkayê li sala 1991`an û 2001an  bi armanca  rûbirûbûna  bi Îranê re û bi piştgiriya hin welatên  Rojhilata Navîn li navçê hazir bû lê bi dîtina amadetiya hêzên  çekdar ên Îranê paşde vekişya .

Cîgirê fermandê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha got : Parastina  amadetiyên eskerî dê bibe sedema bergirî, netirsiyana  li hember zehmetiyan û serketina  li şerê li hember dijminan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu