ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî: Jordabirina potansîyela berevanîyê, istiratêjîya teqil a hêzên çekdar ên Îranê ye

Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî domandina geşkirin û jordabirina potansîyelên berevanîyê û hêza pêşîlêgirtinê ya Îranê istiratêjîya teqil a hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê zanî.

Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî bi daxûyanîyekê bi boneya 22`yê Tebaxê wekî Roja Pêşeyên Berevanîya Îranê ragihand: Îran bi palpiştîya vîna bijare û şarezayan di warê pêşeya berevanîyê de bi derbasbûna 40 salan ji serketina Inqilaba Islamî giheştîye wê asta pêşîlêgirtina berevanîyê ku vê yekê pêşî li her cure şerûtî û gef û êrişa ser Îrana islamî girtîye.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Danîna bingeha nijyara qahîm û xurt a berevanîyê ya hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê, niha bûye pirsgirêk û fukareke mezin ji bo bereya dijminên gelê Îranê û di serê wan de sêkoşeya Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û Binemala Seûdî.

Li dawîya vê daxûyanîya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî hatîye: Sazî û dezgehên leşkerî û û berevanîyê yên Komara Islamî ya Îranê, bi saya tivdîr û fermanên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî dê gef û boykotan bikin derfetên çarenûsaz û serkevtinê û di dema xeterê de wê dersên giran û poşmankir bidin kesên di her astekê û ji her xaleke cografîyayî va ewlehîya Îrana islamî bixin ber xeterê.

Roja 31`ê Mordadê hevgavê 22`yê Tebaxê li rojhejmêra Komara Islamî ya Îranê wekî Roja Pêşeya Berevanîyê hatîye binavkirinê.

Başa dön tuşu