CîhanÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên çekdar ên Sûriye, Iraq û Îranê li hemberî têrorîsmê

Serokomarê Sûriyê Duşemiyê bi şev li hevdîtina xw eya tev desteyên leşkerî yên Îran û Iraqê li Şamê, pêwendiyên sê welatan gellek xurt da zanîn û got ku ev pêwendiya bihêz di heyama şêrr da xurttir bûye.

Li gorî rapora IRNAyê, Bişar Esed li vê hevdîtinê destnîşan kir ku hêzên çekdar ên Sûriye, Iraq û Îranê di heyama şêrr û sekinîna li hemberî têrorîsmê da, cangorîtî kirine.

Serokomarê Sûriyê her wiha got ku şanaziya xwe bi hebûna pêwendiyên baş tev Îran û Iraqê tîne.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Serdar serleşkerê Pasdar Mihemed Baqirî jî li vê hevdîtinê têrorîsm wek xeterek jibo navçeyê da zanîn û got ku şerê dijî têrorîstan û berevaniya ji Sûriye, berevaniya ji Iraq û Îranê ye.

Osman Xanimî Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê jî li vê hevdîtinê got: Hêzên iraqî têkoşîna dijî têrorîsmê bi hevahengiya digel hêzên Sûriyê li sînorên hevpar ên du welatan didomînin.

Serleşker Baqirî roja Yekşemiyê di serê desteyeka bilind a leşkerî jibo beşdariya li civîna sêalî ya serokên erkantiyên giştî yên hêzên çekdar ên îran, Iraq û Sûriyê gihîşte Şamê.

Ev civîn roja Duşemiyê bi armanca hevahengiya sê welatan di warê dewama têkoşîna dijî têrorîsmê li navçeyê da hat lidarxistin.

Başa dön tuşu