ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran salê bayê 11 milyar dolarî kelûpelan difiroşe Iraqê

Serokê Navenda Pêşxistina Peywendîyên Aborî yên Îranê digel Iraq û Sûrîyê got: Îran salê bayê 11 milyard dolarî kelûpelan difiroşe Iraqê.

Serokê Navenda Pêşxistina Peywendîyên Aborî yên Îranê digel Iraq û Sûrîyê Hesen Danayîfer li parêzgeha Kurdistanê herwiha got: Peywendîyên Îran û Iraqê di warên xizmet, kelûpel, geştyarî û enerjîyê da ne.

Wî bal kişand ser vîya ku parêzgehên sînorî yên Îranê potansîyeleke taybet ji bo jinûveavakirina şarên Iraq û Sûrîyê hene, dîyar kir: Herîkêm 300 milyard dolar ji bo jinûveavakirina Iraqê û 200 milyard dolar jî ji bo jinûveavakirina Sûrîyê pêwîst e.

Serokê Navenda Pêşxistina Peywendîyên Aborî yên Îranê digel Iraq û Sûrîyê bi gotina vê yekê ku pêngavên ciddî ji bo radestkirina projeyên li Iraqê bo şirketên têknîkî û muhendîsî yên îranî hatine rakirinê, ragihand: Cînaretî û hevzimanîya parêzgeha Kurdistana Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê xaleke xurt e ku mirov dikare jê sûdê wergire.

Başa dön tuşu