ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Îran dê li kêleka gel û dewletya Sûriyê bimîne

Serokê Komara îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina serketinên gel û artyêşa Sûriyê li hemberî komnê têrorêîst û azadkirina Helebê destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê wek erka mirovî û îslamî dê hertim li kêleka gelê dost û bira yê Sûriyê bimîne û wê bigihêje ahwara kesên ziyandîtî û aware.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomartiyê, Hesen Rûhanî serokê Komara îslamî ya Îanê êvara çarşemiyê li hevpeyivîneke têlêfonî digel Bişar Esedê serokomarê Sûriyê tevî amajeya bi viya ku Komara Îslamî ya Îranê wê heta derxistina têrorîstan ji Sûriyê li kêleka gel û dewleta vî welatî bimîne, got: Em piştgiriya ji aldarên têkoşîna li hemberî têrorîsma tekfîrî ku têdikoşuin welatê xwe ji dagirkerioya destdi9rêjkeran paqij bikin, erka xwe dizanin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: Serketina li Helebê û vegeriyana duyemîn bajarê mezin ê Sûriyê bi hembêza gel, serketina mezin a gelê berxwedêr û yekparçe yê Sûriyê li hemberî têrorîst û piştgirên wan e.

Rûhanî her viha tevî amajeya bi viya ku roja îro erka civata cîhanî alîkariya bo gelê bindest ê Sûriyê ye, her viha got: Alîkariya bo gelê bindest ê Sûriyê di rewşa niha da pêwîst e û niha ezmûneke mezin ji bo hemî welatên piştevana Mafên Mirovan hatiye.

Serokê Komara Îslamî ya îranê tevî ragihandina amadetiya Îranê ji bo şandina alîakriyên mirovî û dermanî bo gelê Sûriyê û bi taybet rûniştiyên Helebê, got; Min ji Heyva Sor a Komara Îslamî ya Îranê xwestiye ku bi vexwendina civaka cîhanî bigihêje hawara gelê mezlûm.

Hesen Rûhanî di dawiyê da hêvî kir ku serketina Helebê destpêkek ji bo serketina dwiyê ya gel û dewleta Sûriyê li hemberî têrorîsm û xufê li vî welatî be.

Bişar Esedê serokomarê Sşûriyê jî li vê hevpeyivîna têlêfonî tevî sipasiya ji piştgiriyên hertimî yên gel û dewleta Îranê ji gelê Sûriyê li hemberî têrorîstan û piştgirên wan, got: Gel û dewleta Îranê di serdema herî dijwar da li kêleka gel û dewleta Sûriyê bûye û em qet viya ji bîr nakin.

Serokomarê Sûriyê her viha sipasiya Îranê ji ber ragihandina amadetiya xwe bona şandina alîkariyên dermanî û xwarekê bo gelê Sûriyê û bi taybet bajarê Helebê kir.

Esed di dawiya vê gotûbêja têlêfonî da, serketina gel û artêşa Sûriyê li Helebê pîroz kir.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu