IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê dîsa bi çekên kimyewî êriş kir

Hate ragihandin ku DAIŞê dîsa li Mûsilê çekên kimyewî bikar aniye. Ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha ev cara 10an e ku mlîtanên DAIŞê çekên kimyewî bikar tînin.

Çavkaniyekî ji hezên ewlekariya Iraqê ji Sputnikê re diyar kir ku DAIŞê êrişeke nû yê çekên kimyewî li Mûsilê pêk aniye û got: “Di dema êrişa me yên li taxa kevn a Mûsilê de, terorîstan bi topên hewanê ku xaza hardalê tê de bû avêtin. Gule li nêzî hêza taybet a li dijî DAIŞê ket. Di encamê de jî di laşe wan leşkeran de şewat û vereşîn peyda bûn.”

Çavkaniyê eşkere kir ku 3 leşkerên birîndar bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê, “Dema mirov li birînên leşkeran dinêre, tê xiyan ku xaza hardalê hatiye bikaranîn. Mîlîtanan bi vê êrişî xwestin pêşveçûna artêşa Iraqê bidin rawestandin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu