İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hêzên dewleta Sûriyê 167 terorîst li parêzgeha Helebê kuştin

Li gor raporekê hêzên dewleta Sûriyê derdora 170 terorîstên tekfîrî di encama şerên giran li parêzgeha Helebê kuştin.

Televîziyona El-Minar a Libnanê duh ragihand ku di encama şerên giran di navbera terorîstan û artêşa Sûriyê ku şervanên gelanî jî pişta wê digire, li başûra Helebê bi dehan terorîst hatin kuştin.

Çavkaniyên ser bi Ceyşm El-Fethê ku hevgirtî û hevpeymanê Bereya El-Nusreyê ye ragihandin ku zêde ji 20 fermandarên yekîneyan û fermandarên dercebilind ên vê grûpê di nav kuştiyan in.

Wan herwiha ragihandin ku 5 tank û 34 makîneyên leşkerî yên terorîstan jî îmha bûn . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version