IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Dije Terorê taxeke din kontrol kirin

Fermandariya Operasyonên Em Hatin Nînowa ragihand, ku taxa Seheya Du ji aliyê hêzên wan ve hatiye kontrolkirin û ziyanên mezin ghiştine DAIŞê.

Duh Şemiyê 22-04-2017, Fermandarê Operasyonên Em Hatin Nînowa Ebdulemîr Reşîd Yarullah ragihand; “Taxa Seheya Du ya rojavayê Mûsilê ji aliyê hêzên Dije Terorê ve hatiye kontrolkirin. Ala Iraqê li vê taxê hatiye bilndkirin. Dijmin ziyaneke mezin ê canî û maddî dîtiye.”

Ebdulemîr Reşîd Yarullah herwiha diyar kir, ku hêzên wan pêşve diçin û serkeftina li Mûsilê nêzîk e.

Hêjayê gotinê ye, ku Wezareta Berevaniya Iraqê ragihandibû, ji sedî 60ê rojavayê Mûsilê hatiye kontrolkirin.

Li gorî amarên heman wezaretê, niha 250 hezar kes li wan taxan mane û rizgarkirina wan jî nêzîk e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu