CîhanEwropaNûçe

Li Koreya Başur karesata agir: 33 mirî, 50 birîndar

Li bajarê Koreya Başur Miryangê agir girte nexweşxaneyekê, li gorî amarên ewil herî kêm 33 mirin. 10 jê bi giranî 50 kes birîndar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku agir li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Sejogê ku piranî kesên berasteng û ixtiyar dimînin destpêkir û hemû avahiya nexweşxaneya da ber xwe, rayedar ditirsin ku hejmara miriyan zêdetir dibe.

Hêjayî gotinê ye ku Miryang 270 kîlometreyî dûrî paytexta Koreya Başur Seulê ye.

Derbarê kesên ku jiyana xwe ji dest dana xebatan tesbîtkirina nasnameyan hêj didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu