CîhanNûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên Ensarullaha Yemenê fermandarekî hêzên amerîkî dîl girtin

Medyayên yemenî ragihandin ku fermandarekî kompaniya amerîkî ya Black Water ku ji bo hêzên Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî li Yemenê şer dike, ji aliyê hêzên Ensarullaha Yemenê dîl hate girtin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Medyayên yemenî ragihandin ku fermandarekî kompaniya amerîkî ya Black Waterê ku ji bo hêzên Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî li Yemenê şer dikir û nîzikî Muhemed Bin Zayid welîehdê Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî ye, ji aliyê artêş û Ensarullaha Yemenê dîl hate girtin.

Medyayên Yemenê ragihandine ku girtina vî fermandarê amerîkî dikare guhartinên stratejîk ser qazanca yemeniyan çêbike.

Tora civakî ya eşkerekere “Bê Sîber“ jî ragihandiye ku ev fermandarê ku hatiye girtin muhtemel e fermandarekî hêzên ewlehiya Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî bibe û hêtimal jî heye ku fermandarekî Black Waterê bibe ku bi hêzên ewlehiya Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî re peymanname îmza kiribe.

Black Water kompaniyeke ewlehiyê ya Amerîkayê ye ku diravekî zav ji welatan distîne û servîsên leşkerî dide wan.

Başa dön tuşu