Wezareta Îtileatê ya Îranê roja çarşemiyê li daxûyaniyekê raghand: Hêzên ewlehî û îtileatê karîn ku du barên bombe, teqemenî û çek û sîlehan ku jibo operasyona terorîstî û teqînê ya berfireh li navendên giştî derbasî Îranê bibûn, keşf bikin û pûç bikin.
Li gorî vê daxûyaniyê, li yekim operasyonê, 23 bombeyên amadeyî teqînê ji cureya rîmûtî ku bi plan û bernama serwîsên îstixbaratî yên Erebistanê ji bo bêewlehkirina parzêgehên rojhilata Îranê, ji rexê rojhilat ve edrabasî vî welatî bibûm, keşf û zewt kirin.
Li operasyoan dudiyan, hêzên ewlehî û îtileatê yên Îranê li dayira giştî ya Îtileata parêzgeha Kurdistanê li rojava Îranê jî karîn ku di dewama derbeya li tîmên terorîstî, amûr û madeyên pêdivî ji bo çêkirina çend bombeyan ji wan madênteqînê, TNT û C4, kîtên teqînê û 150 çaşniyên iliktronîkî yên yek ji komên cidayîxwaz li Merîwanê keşf û zewt bikin.
Ji destê endamên vê koma terorîst ku ji Kurdistana Iraqê jibo cihanîna operasyona îzakirin û teqînê derbasî nava Îranê bibûn, 41 narincok, 31 xeşabên kelaşînkofê, 4 gullên RPC û çend çekên cengê hatin keşfkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)