ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêzên ewlehiya Îranê li rojhilata welêt dest bi ser barek madên teqandinî yên terorîstan girtin

Hêzên ewlehiya Komara îslamî ya Îranê li operasiyonekî serketî û bi hişyarî li rojhilata welêt dest bi ser barek madên teqandinî yên terorîstan girtin ku bi navê madên narkotîk ji sînorên rojhilatî ev bara hatibû nav Îranê.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hêzên ewlehiya Komara îslamî ya Îranê li operasiyona xwe ya duh duşemê li rojhilata welêt dest bi ser 80 kîlogerem madên teqandinî girtin ku di nav van madên teqndinî 17 bombeyên ser rêyan, 28 sîlahên biçûk bi du hezar û 100 fîşekan, 35 narincokên şerî û dehan çaşniyên iliktirîkî, pilte û amêrên teqndinî bûn.

Hêzên ewlehiya Komara îslamî ya Îranê li vê operasiyonê herwisa dest bi ser 580 kîlogerem madên teqandinî jî girtin.

Pêştir hêzên ewlehiya Komara îslamî ya Îranê , grûpekî navnetewî û çekdare qaçaxa madên narkotîk li rojhilata parêzgeha Kirmanê li başûra Îranê jinav birin.

Li vê operasiyonê hêzên ewlehiya Komara îslamî ya Îranê rê li ber vê grûpa çekdare navnetewî ku qaçaxa madên narkotîk dikirin girtin û çaxê ku barekî madên narkotîk ji nav axa Efxanistanê dianîn nav axa Welêt, li kewîrên rojhilata parêzgeha Kirmanê, ev grûpa jinav birin.

Komara îslamî ya îranê ku hertim li bereya ewile cîhanê li şerê dijî qaçaxçiyên madên narkotîke , heta niha bona girtina pîşiya qaçaxçiyan zêde ji 3 hezar şehd daye û her ji ber viyaye ku Rêxistina Netewên Yekgirtî ji Komara îslamî ya Îranê wekî alahilgirê xebata dijî qaçaxçiyan nav dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu