IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Ewlehîya Iraqê serkirdeyekî DAIŞ`ê li Silêmanîyê girtin

Mêdyaya Ewlehîyê ya Iraqê ragihand ku Hêzên Dayra Gişt Lêzanîn û Ewlehîya vî welatî serkirdeyekî DAIŞ`ê ku gellek cinayet li Dîyalê kiribûn, li Silêmanîyê girtin.

Li gorî rapora Bexdad Al Yewmê, Navenda Ragihandinê ya  Ewlehîya Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand ku Hêzên Dayra Gişt Lêzanîn û Ewlehîya vî welatî serkirdeyekî DAIŞ`ê ku cinayetên zef li Dîyalê kiribûn, li Silêmanîyê girtin.

Di wê daxûyanîyê da hatîye: Ew serkirdê DAIŞ`ê li gorî lêzanînê  deqîq û bi hevdengîya tev Dayreyên Lêzanîn  ûEwlehîyê yên Parêzgeha Silêmanîyê li bakur û Dîyalê li rojhilata Iraqê ku ser bi Dayra Gişt Lêzanîn û Ewlehîya vî welatî ne, hatîye girtinê.

Navenda Ragihandinê ya  Ewlehîya Iraqê di daxûyanîya xwe da herwiha pêgirî kirîye ku wî serkirdê DAIŞ`ê gellek cinayet li Dîyalê dijî hêzên ewelhîyê û welatîyên bê guneh kirine.

Başa dön tuşu